Dana Gas a Îmaratî hilberîna li Herêma Kurdistanê zêde dike
PeyamaKurd - Kompaniya Dana Gas a Îmaratî ragihand ku ew dê hilberîna petrol û gazê li Herêma Kurdistanê zêdetir bikin.
Li gorî daxuyaniya Dana Gasê wan beşek ji karên xwe li kêlgehên petrolê yên li Misrê bi 236 milyon Dolar firotiye, ji bo projeyên xwe li cihekî din bipêş bixin.
Berpirsê Dana Gasê Dr. Patrick Allman Word got: “Armanca me her tim ew e ku em herî zêde qezencê bigihînin hevalbendên xwe. Rêkeftina firotina wan berjewendiyan li Misirê beşek e ji wê stratejîyê. Bi dawîkirina proseya firotinê dê alîkariya me bike ku em rewşa xwe ya darayî bihêztir bikin da ku em li ser baştirkirina kar û xebatên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê bikin.”
Berpirsê Dana Gasê da zanîn: “Herêma Kurdistanê xwedî yedekeke mezin a petrolê ye ku dikare pişkê me bigihîne zêdetir ji milyarek bermîlên petrolê. Di wê petrola xam de, birek bêhempa madeya Hydrocarbon tê de heye ku di pêşerojê de tê dîtin û pêşvebirin.”
Dana Gas li Rojhilata Navîn bi taybet di sektora gaza xwezayî de, kar dike ku di wî warî yekemîn û mezintirîn kompanya ye li cîhanê. Dana Gas sala 2005an hatiye damezrandin û li Îmarata Erebî, Misirê û Herêma kurdistanê kar dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin