Dana Gas hilberîna xwe ya gazê ya Herêma Kurdistanê zêde dike

31 May 2023 23:43 0 dîtin
Dana Gas hilberîna xwe ya gazê ya Herêma Kurdistanê zêde dike

PeyamaKurd – Şîrketa Dana Gasê ya ku navenda wê Îmarate, li Herêma Kurdistanê gas derdixe û di sala pêşiya me de di meha Nîsanê de, hilberîna gazê 250 milyon fit kup zêde bike. Şîrket ragihand ku wê di hilberîna gazê de bibe xwediyê %35an. Rêvebirê têkiliyên hilberînê yê Dana Gasê Muhammed Mubeydin ragihand ku:

“Wê zêdekirina hilberînê di meha Nîsanê de bike û bandora malî ya zêdekirina hilberînê di sala 2024an de piştî 6 mehan bandora xwe nîşan bide an jî di temamiya sala 2025an de wê xwe nîşan bide.”

Şîrketa Dana Gasê, di serê cotmeha 2022an de li seha Kor Morê (Çemçemal) rojane hilberîna xwe 50 milyon fit kup zêde kiribû û gihabû 500 milyon fît kupê.

Dana Gas di Rojhilata Navîn de şîrketa taybet ya herî mezine û li Misrê jî hilberîna gazê dike.