'Îran heta 12 rojan dikare bigihe asta çekirina çêkên atomî!'
PeyamaKurd - Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) rapora lêkolîna xwe ya li ser kargeha nukleerî ya Îranê Fordoyê eşkere kir û ragihand, wan perçeyên ûranyûmê yên heta ji sedî 83.7 dewlemendkirî dîtine.
Herwiha ajansê eşkere kiriye ku pêdiviya Îranê ji bo çêkirina çekên atomî niha bi 42 kîlo ûranyûma meyandî ya bi rêjeya %60 heye.
Berpirsên Wêzareta Berevaniya Amerîkayê jî li ser vê rapora IAEAyê ragihandine ku Îran dikare di nav 12 rojan de bigihe asta çêkirina çekên atomî.
Li aliyê din berpirsên Îranê red dikin ku wan ûranyûma bi tîratiya %84 meyandiye û dibêjin, mafên wan heye ji tîratiya %60 zêdetir ûranyûmê dewlemend bikin. Lê belê li gorî Peymana Nukleerî ya ligel Îranê û welatên rojayî Îran ji sedî 3 zêdetir nikare ûranyûma dewlemendkirî bimeyîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin