Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê her dem ligel çareseriya bi dîyalogê ye

12 April 2021 20:25 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê her dem ligel çareseriya bi dîyalogê ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Nîsanê, pêşwazî li şanda Korbenda Behr El Ulûm a ji bo diyalogê ya bi serokatiya Dr. Îbrahîm Behr El Ulûm kir.

Di hevdîtinê de li ser girîngiya bihêzkirin û pêşvebirina kultura pêkvejiyan û prensîpa diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan hat axaftin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê her dem ligel wê yekê bûye ku kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, bi rêya gotûbêj û diyalogê, bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê werin çareserkirin.