Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê dikare bibe navendeke girîng a bazirganî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li Balyozê Hindistanê li Iraqê Brender Singh Yadave kir.
Di hevdîtinê de, pêwendiyên Hindistanê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.
Balyozê Hindistanê li Iraqê amadehiya welatiya xwe ji bo girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybet di warê enerjî, çandinî û teknolojiya zanyarî (IT).
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ronahî xiste ser karnameya kabîneya nehem, bi taybet di warê pêşkêşkirina asankariyên pêwîst ji bo weberhênana navxwe û biyanî û bal kişand ser pêgeha Herêma Kurdistanê ku dikare bibe navendeke bazirganiyê ya girîng li Iraq û navçeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin