Mesrûr Barzanî: Her kesê baweriyê bi pîroziya axa Kurdistanê bîne dikare besdarî PDKê bibe

29 September 2024 20:57 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Her kesê baweriyê bi pîroziya axa Kurdistanê bîne dikare besdarî PDKê bibe

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya bangeşeya piştgiriya lîsta 190î ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, bi pîşekar û kedkarên Hewlêrê re civiya.

Serokwezîr û Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di civînê de gotarek pêşkêş kir û ji pîşewer û kedkarên bajarê Hewlêrê re wiha axivî:

“Hûn dikarin biryarder bin û biryarê li ser çawaniya desthilatdariya siberoja Herêma Kurdistanê bidin. Rêya destnîşankirina desthilatdariyê dengdan e û hûn li ser sindoqên dengdanê biryarê didin ka kî di asta baweriya we de ye. Hemû alî dizanin dîroka PDKê çi ye: Ez ji bo hemî aliyên siyasî rêzê digirim. Ez ê hin rûdanan bînim bîra we ku hun agahdar bin ka hûn ê çawa biryarê didin. PDK ji destpêka damezrandina xwe ve ji bo xizmeta gelê Herêma Kurdistanê xebatê meşandiye.”

"Her kesê baweriyê bi pîroziya axa Kurdistanê bîne dikare beşdarî PDKê bibe"

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku sîwana PDKê berfireh e û wiha dom kir: "Di bin sîwana PDKê de ji hemû kesan re cih heye. Her kesê bawerî bi demokrasî, dadperwerî, aramî û parastina pîroziya axa Kurdistanê hebe, cihê wî di bin wê sîwanê de heye. PDK ji bo hemû gelê me bûye bizaveke rizgarîxwaz ku hemû Kurdistanî dikarin li bin sîwana wê xebata xwe bidomînin. Dengdana ji PDKê re, dengdana ewlehî, aştî û aramiya Kurdistanê ye.

"PDK her pêşenga parastina Herêma Kurdistanê bûye"

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir ku di demên ku li dijî Herêma Kurdistanê hêriş pêk hatine de PDK, her pêşenga parastina Herêma Kurdistanê bûye û dom kir:

"PDK her dimîne. Her kesekê destdirêjiya Herêma Kurdistanê bike, PDK wê di eniya pêş yê parastinê de be û wê axa Herêma Kurdistanê biparêze. Bila ti kes bi dirûşman neyê xapandin. Her kesek dikare bi dilê xwe dirûşman darêje û sozan bide. Em naxwazin sozan bidin. Ez dixwazim bînim bîra we ku PDKê ti carî sozeke ku nikaribe pêk bîne nedaye. Sozê ku PDK bide, teqez di siberojê de bi cih tîne û loma hemû alî dikarin bi ji PDKê bawer bin.”

"Kurdistan di bin sîwana Barzanî û PDKê de ber bi pêşketinê ve diçe"

Mesrûr Barzanî anî ziman ku PDKê her welatiyan kirine mîhwerê siyaseta xwe, xizmetkirina welatiyên Kurdistanê û parastina kerameta wan a di mîhwerê siyaseta PDKê de û dom kir:

"Çi di dema şoreşan, çi jî di dema desthilatdariyê de, PDKê herdem biziviye ku pênaseya neteweyî û niştîmanî ya Kurdistanê biparêze û welatiyên Kurdistanê bi serbilindî û bi keramet bijîn. Bi destûra Xwedê, di bin sîwana Barzanî û PDKê de Kurdistan roj bi roj ber bi pêşketin û avadaniyê ve diçe. Aramî, avadanî, bihevrebûn û xweragirî. Ev dirûşm nûnertiya navê PDKê ye ku kiryar, alîgirî û dîroka PDKê tînin ziman. Herwiha PDKê ji wan sozên ku ji bo siberojê daye kêm nemaye û bi cih aniye. PDK dixwaze Kurdistan bibe Kurdistaneke aram û ewle û wisa bimîne. PDK ti carî naxwaze Kurdistan tûşî arîşeyan bibe.”