Mesrûr Barzanî: Niyetpakiya Sûdanî ji bo vegerandina baweriyê girîng e!

14 March 2023 18:28 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Niyetpakiya Sûdanî ji bo vegerandina baweriyê girîng e!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser yekem serdana Kurdistanê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî peyamek belav kir û bixêrhatina wê kir.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Bi xêrhatina Mihemed Şiya Sûdanî dikim, di yekem serdana wî ya fermî bo Kurdistanê de. Niyetpakiya Sûdanî ji bo vegerandina baweriyê girîng e. Pesendkirina yasaya budçeya federal û pêşketina di mijara enerjiyê de, bingeha pêwendiyeke nû ya bihêz e.”

Serokwezîr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Bila em li ser vê bingehê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kar bikin.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 14ê Adarê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.