Irvin Hicks: Sektora taybet dikare bibe motora gesbûna aborîya Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks, îro 8ê Kanûnê di merasîma ragihandina encamên îstatîstîkên dezgehên biçûk û navîn ên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê de, axivî.
Hicks diyar kir, sektora taybet dikare bibe motora geşbûna aboriya Herêma Kurdistanê û derfetên kar bi mûçeyên bilind ji bo karxwazan dabîn bike.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê Irvin Hicks li ser îstatîstîkan got: “Di îstatîstîkan de zanyariyên girîng hene ji bo pêşvebirina siyaseta aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Îstatîstîk derdixe holê ku divê jin û ciwan rola wan a pêşeng di birêvebirina dezgehên aboriyê de hebe.”
Hicks da zanîn ku Amerîka ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, desteya veberhênan û jûra bazirganiyê, ji bo birêvebirina keşa bazirganiyê li Herêma Kurdistanê hewl dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin