Serokwezîr Barzanî civîneke taybet bo sektora taybet li dar xist
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê seroktiya civîneke taybet ji bo pêşxstin û birêxistinkirina kerta taybet û bidûvçûna bacê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Hezîranê bi rêya vîdyokonferansê serperiştiya civîneke taybet bo pêşxstin û rêkxistina kerta taybet û bidûvçûna sîstema bacdanê kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di destpêka civînê de danûstandin derbarê pêşxistina kerta taybet û rêkxistina bazara kar û bidûvçûn bi yasayên peywendîdar bi kar û desteber yên di kerta taybet de kar dikin ku ji bo vê mebestê komîteyek bi biryara civata wezîran pêk hat.
Wezîrê Plandanana Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dara Reşîd raportek derbarê pêşkêş kir ku tê de derfet û astengî hatibû destnîşankirin bi arasteyî handana xelkê bo karkirin di kerta taybet de. di vî warî de rêçare û steratejî û pilana cîbicîkirinê pêşkêş kir û her di vê çarçoveyê de peyrewa taybet bi projeya hevbeşkirninê ya kerta taybet û giştî hate pêşkêş kirin ku ev demeke wezaretên peywendîdar kar li ser dikin û biryare di demeke nêzîk de ji bo civîna Civata Wezîran were pêşkêşkirin bo pejirandinê.
Di beşeke din ya civînê de guftûgo derbarê rêkxistin û bidûvçûn bi sîstema bacê hate kirin ku beşeke ji karnameya nehem ya Hikûmeta herêma kurdistanê ye bo çaksaziya di dahat û rêkxistina wan ku hevşane ligel çaksazîkirina di xerciyan de di warê îdarî de.
Li ser wê mijarê Amanc Rehîm Sekretêrê Civata Wezîran û serperiştyarê vê komîteyê raportek derbarê bacan pêşkêş kir ku tê de bal kişand ser astengiyên li pêşiya geşekirina sîstema bacê, bi taybet di warê projeyên wek enerjî û torên pêwendiyan û projeyên niştecihbûnê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin