Mesrûr Barzanî ji bo bûyerên teqînên gazê serperistiya civîneke taybet dike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo bûyerên teqînên gazê, serperiştiya civîneke taybet dike.
Li gor zanyariyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 22ê Mijdara 2022an, bi amadebûna wezîr û berpirsên pêwendîdar, serperiştiya civîneke taybet ji bo lêkolînkirina sedemên teqîna gazê dike.
Hat zanîn ku civîna Serokwezîr Mesûr Barzanî ligel wezîr û berpirsên pêwendîdar piştî wê tê, roja 17ê Mijdarê sîstema gaze ya maleke Silêmaniyê teqiya û di encamê de 15 kesan can dan û 12 kes jî birîndar bûn. Herwiha şeva borî jî li bajarê Duhokê tanka gazê ya firinekê teqiya û di encamê de 4 kesan can dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Herwiha piştî teqîna Duhokê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe, Wezîrê Samenên Sirûştî û parêzgar raspardin ku karkirina bi sîstema gazê rawestînin û lêkolînê derbarê van bûyerên teqîna gazê li Duhok û Silêmaniyê de bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin