Mesrûr Barzanî biryarek nû ji bo bikaranîna sîstema gazê derxist
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da heta eşkerekirina encamên lêkolînan ên li ser bûyerên teqînê yên van demên dawî, bikaranîna sîstema gazê bê rawestandin.
Li gor zanyariyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Navxwe, Wezareta Samanên Sirûştî û parêzgar raspartin ku karkirina bi sîstema gazê were rawestandin û bi tu awayî neyê bikaranîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha hemû aliyên pêwendîdar raspartiye ku lêkolînan li ser bûyerên teqînê yên gazê li parêzgehên Silêmanî û Duhokê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin