Mesrûr Barzanî: Em sîstema banka, bankamatik û hesabê bankayê datînin

01 March 2023 00:26 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em sîstema banka, bankamatik û hesabê bankayê datînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li seranserê Herêma Kurdistanê gavekî girîng ya banka elektronîk avêt û xwest herkes hesabê wî/wê bankayê hebe û di bazara Kurdistanê û dinyayê de pere bi awayekî elektronîk bigere.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyamekî vidyoyî belav kir û xwest ku herkes hesabekî wî di bankayê de hebe û di rêya hesabê leketronîk de xebatkarên sektora giştî, xaneşîn û xebatkarên bi mehane yên asayîşê, di ser hesabê xwe de, ji bankamatîkan perên xwe welgirin.

Barzanî ragihand ku weka ceribandin di serî de ji bo 850 kesan hesab vekirine û armanc ku di nav du salan de sîstemê bicîh bike. Hedef ew e ku di nav 2 salan de yek milyon kes tevlî sîstema elektronîk bibe. Barzanî her weha got ku eger sîsten birûne, wê bike ku xelkê din jî seredana Herêma Kurdistanê bike û Kurdistan bikeve nav sîstema elektronîk ya bankayan.

Dema sîstem bicîh bibe, ne hewceye ku xelk ew çend pere di berîka xwe an çeltikê xwe de bigerîne û wê di pêşde xelk karibe di asta navdewletî de bikeve bazara Kurdistanê.