Cîgirê Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê: Ez destxwesiyê li Mesrûr Barzanî dikim
PeyamaKurd – Cîgirê Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê ji bo ragihandina projeya "Hejmara Min" destxweşî li Mesrûr Barzanî kir û got, ev projeyeke pêşketî ye.
Cîgirê Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê ji bo ragihandina projeya "Hejmara Min" destxweşî li Mesrûr Barzanî kir û da zanîn, ev projeyeke pêşketî ye.
Cîgirê Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Emar Xelef îro Şemiyê ji K24ê re diyar kir: “Ez destxweşiyê li Mesrûr Barzanî dikim ji ber ragihandina projeya Hejmara Min.”
Cîgirê Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê destnîşan kir, projeya "Hejmara Min" projeyeke navdewletî û pêşketî ye.
Roja Sêşemê 28ê Sibata 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û got, di çend rojên dahatû de mûçeyên nêzîkî 850 karmendên Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya li Hewlêrê bi dîjîtalî dikeve ser hejmarên nû yên bankî yên fermanberan.
Herwiha di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin: “Ji meha Hezîranê ve em ê kar li ser wê yekê bikin ku di nava du salên bê de dayîna mûçeyên hemû fermanberan û xanenişîn û hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêmê dîjîtal bibe.”
Di beşeke din a peyamê de hat eşkerekirin, "Hejmara Min" rêyeke parastî û şefaf û guncav ji bo fermanberên hikûmetê û xanenişînan pêk tîne, da ku bikarin bi rêya torek ji amûrên kişandina pereyan (ATM) mûçeyên xwe werbigrin ku zêdetirî 1000 cih li seranserê Herêma Kurdistanê berdest dibin.
Herî dawî derbarê vê girîngiya destpêşxeriyê de Serokwezîr got, bi vê destpêşxeriyê, fermanberên sektora giştî, destê wan wê bigihîje xizmetguzariyên modern ên bankayê, ji wan; kredî, şiyana paşekewtkirin, hewaleya navxwe û navdewletî, pere kişandina navdewletî û pere dayîna online û dîjîtalî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin