Banka Navendî ya Iraqê: Rezerva zêr %45,1 zêde bûye
PeyamaKurd – Banka Navendî ya Iraqê diyar kir ku rezervên zêr zêde bûne û ev zêdebûn wê aramiya aborî û darayî ya welêt xurtir bike.
Di daxuyaniya bankayê ya roja Yekşemê 02.03.2025ê de hat ragihandin ku rezerva zêr ya Banka Navendî ya Iraqê di çaryeka çaremîn a sala 2024an de li gorî heman çaryeka sala 2023an ji sedî 45.1 zêde bûye.
Li gorî daxuyaniyê, ev hejmar ji 12.29 trîlyon dînar di çaryeka çarem a sala 2023ê de bo 17.83 trîlyon dînar di heman çaryeka sala 2024an de ji ber zêdebûna nirx û bihayê zêr zêde bûye.
Herwiha tekez li ser wê yekê hat kirin ku zêdekirina rezervên zêr gelek feydeyên xwe hene û aramiya aborî û darayî bihêz dike.
Hat destnîşankirin ku zêdekirina rezervên zêr rêyek e ji bo kontrolkirina nirxê danûstendinê û dabînkirina aramiya darayî ya welêt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin