Banka Navendî ya Iraqê nirxê dolar li beramber dînarê Iraqê zêde kir
PeyamaKurd - Banka Navendî ya Iraqê ji bo kêmaniya budçeyê tije bike, îro 20ê Kanûnê bi daxuyaniyekê nirxê Dolar yê nû li beramberê Dînarê Iraqê diyar kir.
Wekîlê Berpirsê Giştî yê Banka Navendî ya Iraqê Mistefa Xalid Muxîf got ku bi berçavagirtina guhartina nirxê Dolarê Amerîkî li hember Dînarê Iraqî, dê ji niha û pê ve nirxê Dolar wiha be:
Dînar li hember Dolar:
1450 Dînar, nirxê kirîna Dolar ji Wezareta Darayî.
1560 Dînar, nirxê firotana Dolar ji bankan re bi awayekî fermî.
1470 Dînar, nirxê firotana Dolar ji aliyên bankan û dezgehên darayî yên nebankî ji bo welatiyan.
Herwiha hat gotin, "Ev nirxê cîgir e, yê dawî ye û dê neyê guhertin."
Hêjayî gotinê ye, ji ber ku Iraq petrolê bi dolar difiroşe nirxê dînar li beramber dolar ketiye ku hikûmet mûçeyên karmendan bi dînar dide. Herwiha hatiye ragihandin ku piştî vê biryarê wê hikûmeta Iraqê bi rêjeya ji sedî 20 mûçeyên karmendan zêde bike.
Beriya vê biryarê nirxê Dolar li dor 1190 - 1200 Dînaran bû ku hê jî pevguhertina dolar-dînar li Hewlêr bi wê nirxê tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin