Pistî daxuyaniya Banka Navendî ya Tirkiyê nirxê dolar dîsa bilind bû

10 December 2021 17:02 0 dîtin
Pistî daxuyaniya Banka Navendî ya Tirkiyê nirxê dolar dîsa bilind bû

PeyamaKurd - Banka Navendî ya Tirkiyê îro 10ê Kanûnê destwerdana bazara diravan kir û dolar careke din bilind bû û 1 dolarek gihîşt 14 lîreyê Tirkî.

Banka Navendî ya Tirkiyê piştî destwerdana bazarê daxuyaniyek belav kir û tê de got, “ Ji ber zêdebûna ne tendurist ya nirxê diravên biyanî ji aliyê firotinê ve rasterast destwerdan tê kirin.”

Piştî vê daxuyaniyê nirxê dolar careke din bilind bû gihîşt heta 13,95 lîreyê Tirkî ku ev demek dirêj e ji ber qeyrana aborî ya li Tirkiyê nirxê dolar her zêde dibe.