Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya faîzê derxist asta herî bilind

23 November 2023 18:47 0 dîtin
Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya faîzê derxist asta herî bilind

PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê û hatina ser kar a Mehmet Şîmşek wek wezîrê darayî yê Tirkiyê, ji bo enflasyon bê daxistin rêjeya faîzê mehane tê zêdekirin ku herî dawî îro 23yê Mijdarê ew rêje gihîşt asta xwe ya herî bilind.

Desteya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê piştî  civîna xwe ya îro Pêncşemê biryara xwe ya faîzê eşkere kir. Banka Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya faîzê cara din bilind kir û bi qasî 500 pûanan hate zêdekirin ku rêjeya faîza polîtîkayê gihîşt ji sedî 40î.

Hêjayî bibîrxistinê ne, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, beriya hilbijartinan dijberiyeke tund li zêdekirina faîzê dikir, lê piştî hilbijartinan razî bû ku Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek li gorî pêdiviyên bazarê faîzê bilind bike.