Banka Navendî ya Tirkiyê ji bo bilindkirina nirxê lîreyê Tirk bi rêya faîzê 116 milyar belav kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Banka Navendî ya Tirkiyê ji bo nirxê lîreyê Tirk bilind bike, ji şeva borî ve bi rêya faîza repoyê 116 milyar belav kiriye.
Hat diyar kirin ku bi îhaleyên bi wade yên faîza repoyê ji bo rojên 28-30yê Kanûnê bi dorê 89 milyar û 999 milyon û 999 hezar û 969 lîre û herwiha 25 milyar û 999 û milyon û 999 hezar û 992 lîre ji aliyê Banka Navendî ve li bazarê hatiye belavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji şevê din ve piştî destwerdana banka navendî nirxê dolar ji 17 lîreyê Tirkî daketiye 13,30 lîreyan û hîn jî nirxê dolar li beramber lîreyê Tirkî pir dileyîze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin