Banka Navendî ya Tirkiyê pêsbîniya nirxê dolar ê dawiya salê eskere kir

18 August 2023 17:52 0 dîtin
Banka Navendî ya Tirkiyê pêsbîniya nirxê dolar ê dawiya salê eskere kir

PeyamaKurd - Banka Navendî ya Tirkiyeyê rapirsiyek bi navê “Rapirsiya Beşdarên Bazarê ya Tebaxa 2023an” bi pisporên aboriyê re pêk anî.

Li gorî encamên rapirsiya Banka Navendî dê dolar dawiya sala 2023yan bigihe 29,82 lîreyan û enflasyon jî bigihe ji sedî 59,46an.

Di encama rapirsîya ku bi beşdariya 40 pispor û nûnerên sektora diravan re hatiye amadekirin de, derketiye holê ku heta dawiya sala 2023yan, li Tirkiyeyê enflasyon digihe ji sedî 59,46an û nirxê dolar jî li hember lîreyê Tirk dibe 29,82 lîre.

Li gorî rapirsiyê, pisporên aborî pêşbînî dikin ku piştî 12 mehan jî nirxê dolar li hemberî lîreyê Tirkî bigihîje 34,58 lîreyan û faîz jî bigihe ji sedî 19,34an.

Di rapirsiya beriya vê ya Banka Navendî de, ji bo dawiya salê rêjeya enflasyonê ji sedî 43,82 û nirxê dolar jî 28,46 lîre hatibû ragihandin.