Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya faîzê neguhert, dolar dîsa rekor sikand!

21 July 2022 18:31 0 dîtin
Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya faîzê neguhert, dolar dîsa rekor sikand!

PeyamaKurd – Banka Navendî ya Tirkiyê, îro 21ê Tîrmehê ragihandina xwe ya mehane ya bo rewşa aborî û diravan kir.

Dihat çaverêkirin ku ji ber zêdebûna enflasyonê heta asta ji sedî 78,62yan û bilindbûna nirxê dolar li beramber lîreyê Tirk rêjeya faîzê were zêdekirin.

Lê belê Banka Navendî di daxuyaniya îro de, rêjeya faîza polîtîkayê di rêjeya ji sedî 14 de wekî xwe hişt û neguhert.

Piştî vê daxuyaniya Banka Navendî, nirxê dolar ji 17.48 lîreyan gihîşt 17.70 lîreyê tirk û careke din li beramber lîreyê Tirk rekor şikand ku gihîşt nirxê xwe yê herî bilind ê sala 2022yan.