Banka Navendî rêjeya pereyan li Iraqê eskere kir

29 November 2023 13:55 0 dîtin
Banka Navendî rêjeya pereyan li Iraqê eskere kir

PeyamaKurd – Serokê Banka Navendî ya Iraqê Alî Alak nûçeyên ku dibêjin rezerva diravên biyanî li Iraqê kêm bûye derewand û ragihand, qebareya pereyên vî welatî zêdetirî 100 trîlyon dînar e.

Alî Alak di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de bertek nîşanî nûçeyên ku dibêjin rezerva diravê li Iraqê kêm bûye da û got, ev nûçe bêbingeh in.

Rêvebirê Banka Navendî Alak diyar kir, qebareya pereyên Iraqê zêdetirî 100 trîlyon dînar e û diyar kir ku rewşa darayî ya dewleta ku bi giranî bi hinardekirinê ve girêdayî ye, ji ber bihabûna petrolê di rewşeke baş de ye.

Serokê Banka Navendî ya Iraqê tekezî li ser wê yekê kir ku girîng e dahata petrolê bibe derfet ji bo geşepêdana beşên din û bihêzkirina jêrxaneya aborî.