Mesrûr Barzanî bi Seroka Banka Ewropî re enerjîya nûbîyû û veberhênana kerta taybet gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Banka Ewropayî ya Avakirin û Pêşxistinê Odile Reno Basso civiyan.
Di hevdîtina ku îro 11ê Sibatê di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a Dubey de pêk hat, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amadehî kir.
Di civînê de, tekezî li ser girîngiya pêşxistina hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Banka Ewropayî di warên veberhênan û enerjiya nûbûyî û bihêzkirina rolê kerta taybet di pêşxistina aborî de hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh 10ê Sibatê ligel şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê çûbû Îmaratê da ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan Dubey bibe.
Şanda Hikûmeta Kurdistanê, ji Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî, Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah û Sekreterê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm pêk tê.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan îro 11ê Sibatê dest pê kir ku heta roja 13ê mehê berdewam dike. Di çarçoveya lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmarek hevdîtin û civînan bi serok û berpirsên bilind ên welatan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin