Encûmena Wezîran îro bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive
PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî dicive.
Di civînê de wê ev babet bên gotûbêjkirin:
- Encama serdana şanda Herêmê ji bo Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal li bexdayê, taybet bi raporta tîma hevbeş a çavdêriya darayî.
- Şandina raporta hejmar (3) a taybet bi yasaya çaksaziyê bo Parlamentoya Kurdistanê.
- Reşnivîsa Komîta Bilind a Çareserkirina Pirsgirêka Mulkdariya Kirîstiyanan.
- Pêşniyara dirêjkirina heyama karkirina bi biryara Encûmena Wezîran (132) ya taybet bi kêmkirina rêjeya % 15 ji wan pêşîneyên ku hikûmet daye welatiyan wek (pêşîneyên xanûber, qerzên biçûk, pêşîneyên Banka Çandiniyê û pêşîneyên pêşesazî û geştiyarî), pabendbûna darayî ya kombûyî ya Wezareta Şarewanî û Geştûguzar, destebera civakî, cezayên derengmayînê û sûda li ser bacan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin