Encûmena Wezîran bi serperestiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive
PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro dicive.
Li gor zanyariyan, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive û beşa yekem a civînê de mijara rêxistinkirina destê kar di sektora taybet de û avakirina derfetên kar ji bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê Wê bên gotûbêjkirin. Herwiha li ser dabeşkirina dadperweriya derfetên kar û ewlehiyetdayîna destê kar ê navxweyî di projeyan de û pêbendkirina xwediyên kar û veberhêneran ji bo cudakirina rêjeyeke diyarkirî ji bo karkerên navxweyî wê bên gotûbêj kirin.
Hat ragihandin ku di beşa duyem de jî wê peyrewa taybet a derbarê pêkhate û erken lijneyên lêkolîna pîşeyî li wezareta tenduristiyê, li gor rênmayiyên beşa yekem û madeya 9 a yasaya bi hejmara 4 a sala 2020an yasaya maf û erken nexweş li Herêma Kurdistanê bên gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin