Encûmena Wezîran îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

27 October 2021 13:33 0 dîtin
Encûmena Wezîran îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, biryar e di vê civînê de guftûgo li ser van babetên li jêr werin kirin:

Yekem: Pêşkêşkirina raporta Wezareta Elektirîkê ya derbarê pêngav û projeyên wezaretê yên di warê rêkxistina sektora elektrîka niştimanî û projeyên  taybet ên hevbeş bi sektora taybet re di qonaxên dabeşkirin, veguhastin û komkirina dahatên eliktirîkê de.

Duyem: Pêşkêşkirina raporta Wezareta Tendirustiyê ya derbarê dawî amarên pandemiya Koronayê li Herêma Kurdistanê, rêjeya derzîkirina welatiyan, ligel pêşkêşkirina dawî biryarên civîna Komîta Bilind a Rûbirûbûna Koronayê.

Sêyem: Pêşkêşkirina babeta giranbûna bihayê sotemeniyê li Herêma Kurdistanê û dawî hewlên Wezareta Samanên Xwezayî yên ji bo çareserkirina vê babetê û hevahengiyên wê ligel Wezareta Petrolê ya Federal di vî warî de.