Encûmena Wezîran îro bi serokatiya Serokwezîr dicive

28 April 2021 13:29 0 dîtin
Encûmena Wezîran îro bi serokatiya Serokwezîr dicive

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, civîna îro ya Encûmena Wezîran hejmarek mijaran gengeşe dike, ji wan jî:

- Hejmarên dawiyê yên projeya budceya Herêmê ji bo sala 2021.

- Encamên civîna komîteya taybet a rûbirûbûna hişkiya salê li Herêmê Kurdistanê.

- Projeyasaya dadgeha tawanan a taybet bi tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê.