Encûmena Wezîran bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

29 July 2020 12:36 0 dîtin
Encûmena Wezîran bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî ji bo guftûgokirina 3 pirsan dicive.

Li gor Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, Encûmena Wezîran dê îro bi rêya vîdyokonferansê bicive û li ser mijara amadebûna şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna du rojên borî, ya li Parlementoya Kurdistanê de guftûgo bikin.

Herwiha Cotyar Adil da zanîn, di civîna îro de, rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, plana hikûmetê ji bo rûbirûbûna nexweşiya Koronayê û qeyrana darayî, mûçeyên fermanberan û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bêne guftûgokirin.

Parlemana Kurdistanê roja 27 û 28 vê mehê di derbarê çend pirsan de bi amadebûna hejmarek wezîrên hikûmetê civiyabû û raportên wezîran di derbarê wan mijaran de hatin pêşkêşkirin û wezîran bersiva pirsên parlemanteran dan.