Civîna encûmena wezîran bi serperestiya Serokwezîr Barzanî ve dest pê kir!

30 July 2019 14:00 0 dîtin
Civîna encûmena wezîran bi serperestiya Serokwezîr Barzanî ve dest pê kir!

PeyamaKurd- Civîna encûmena wezîrên herêma Kurdistanê ya bi armanca guftûgo kirina çend pirsekî giring bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest pê kir.

Îro Sêşemê (30.07.2019) demjimêrên derdora 12:00ê û pê de encûmena wezîrên herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de li bajarê Hewlêrê dest pê kir.

Tê çaverêkirin ku çend pirsgirêk û babetên giring di civînê de bên guftûgo kirin, ku peyvendiya xwe bi jiyana hemwelatiyên herêma Kurdistanê û karûbarên hikûmetê ve heye.

Berî niha jî encûmena wezîrên herêma Kurdistanê du civîn pêkanîn û di wan civînan de hin biryarên giring ên peyvendiya xwe bi jiyana xelkê ve heyî hatin standin.