Encûmena Wezîran bi serperistiya Mesrûr Barzanî ve dicive
PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, di civînê de dê guftûgo li ser van mijaran bên kirin:
Yekem: Reşnivîsa projeya stratejî ya niştîmanî bo rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê- Iraqê
Duyem: Berdewambûna guftûgoyên li ser bûdceya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2021ê.
Sêyem: Pêşkêşkirina reşnivîsa yasaya (kompanyayên ewlehiyê yên taybet li Herêma Kurdistanê-Iraqê).
Çarem: Pêşkêşkirina reşnivîsa yasaya (sererastkirina yasaya Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistanê-Iraqê)
Pêncem: Raporta taybet bi rewşa pêkhateyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin