Mesrûr Barzanî bi sanda Banka Cîhanê re civiya

07 March 2023 20:34 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi sanda Banka Cîhanê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 7ê Adarê li Hewlêrê pêşwazî li şanda Banka Cîhanê ya bi serokatiya Rêveberê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Jean-Christophe Carret kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hedîtinê de herdu aliyan li ser kar û projeyên hevbeş ên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Banka Cîhanî yên di warê avakirina jêrxane, rê û ban, karûbarên civakî û îdarî û darayî de gotûbêj kirine.

Di civînê de tekezî li girîngiya pêşvebirina hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de û piştevanîkirina çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybet di warên aktîfkirina sîstema bankî û dîjîtalkirina xizmetên giştî de hat kirin.

Hat destnîşankirin ku rewşa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê û pêwîstiya alîkarîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê civaka navdewletî ve jî di civînê de hatiye axaftin.