Mesrûr Barzanî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.
Serok Barzanî bi boneya Roja Zimanê Dayikê li hemû gelê Kurd pîroz kir û got, Kurdî zimanê dayikê û fermî yê Herêma Kurdistanê ye û li gorî destûra bingehîn a Iraqê yek ji du zimanên fermî yên Iraqê ye.
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku pêşxistina zimanê Kurdî erkê her Kurdistaniyekî ye û got:
“Bi taybetî saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên me yên çandî, zanistî û akademîk divê girîngiyeke mezin bidin zimanê Kurdî ji ber ku zimanê me bingeheke girîng a nasnameya me ya neteweyî ye.”
Bi helkefta Roja Zimanê Dayikê, serokwezîr tekezê li ser rijdbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku giringiyê dide zimanê hemû pêkhateyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin