Mesrûr Barzanî: Em ê sîstema sîgorteyê bikin nimûne li hemû herêmê

14 June 2023 23:54 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em ê sîstema sîgorteyê bikin nimûne li hemû herêmê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew dê sîstema sîgorteyê pêk bînin û got: “Em rêkxistinê di Desteberiya Civakî de dikin, da ku bibe nimûneyek ji bo hemû navçeyê.”

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Sîstemeke giştgîr û berdewam ku asta xweşguzeraniya karkeran bilind dike, veberhênanê zêdetir dike, herwiha roleke wê ya mezin dibe di geşepêdana demdirêj a civakî û aborî ya Kurdistanê de.”

Mesrûr Barzanî, beriya vê parvekirinê serdana Rêveberiya Giştî ya Kar û Desteberiya Civakî ya li Hewlêrê kir û li ser dîjîtalkirina arşîva vê rêveberiyê got: “Armanca vê yekê ew bû ku em karibin van hemû belgeyan dîjîtal bikin û karûbaran hêsan bikin, hem ji bo hikûmetê û hem jî ji bo karkeran.”

Mesrûr Barzanî got: “Ev, bêguman gelek alîkariya karkeran dike. Di heman demê de pereyên ku tên komkirin ne bac e, dibe ku ewlehiya civakî ye, tenê ji bo garantîkirina paşeroja wan kesan e ku di sektora taybet de dixebitin.”