Mesrûr Barzanî ji hikûmeta bê ya Iraqê daxwaza yasaya Petrol û Gazê kir

26 October 2022 18:30 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji hikûmeta bê ya Iraqê daxwaza yasaya Petrol û Gazê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 26ê Cotmehê di gotara xwe ya merasîma vekirina parzûngeha petrolê ya Lanazê de ragihand ku ew hêvî dikin hikûmeta nû ya Iraqê ku bê avakirin, yasaya Petrol û Gazê amade bike.

Parzûngeha Lanazê li ser rûberê 620 donim erd hatiye çêkirin û li ser rêya Kiwêr a li rojavayê bajarê Hewlêrê ye ku dikare rojane 75 hezar bermîl petrola xav parzûn bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de bal kişand ser, ji bilî ku welatiyên Herêma Kurdistanê dê ji vê parzûngehê sûdmend bibin, ev parzûngeh bûye cihek ji bo pêkanîna derfetên kar û ev jî yek ji wê bernameyê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam pêştgiriya wê dike.

Mesrûr Barzanî got: “Rejîmên berê tenê ji bo xwe pirçekkirinê û çewisandina xelkê û wêrankirinê, sûdê ji wan samanan werdigirt, loma me heta beriya Raperînê jî nekarî sûdê ji vê nîmeta Xwedê bibînin.”

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Piştre destûr hat nivîsandin û em çaverê bûn ku desthilatdarên Bexdayê destûrê weke xwe cîbicî bikin, lê mixabin ev nehat kirin û destûr di berjewendiya hinek kesan de hat cîbicîkirin û xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê jê sûdmend nebûn.”

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser çavkaniyên siruştî yên Iraqê û got: “Li Iraqê samaneke baş heye, lê belê îdarekirineke xirab heye.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, binpêkirina destûrê yek ji xeletiyan bûye ku heta niha jî berdewam e û li ser mijara yasaya Petrol û Gazê jî wiha axivî: “Em hêvî dikin piştî destbikarkirina hikûmeta nû ya Iraqê, yasayek ji bo petrol û gazê amade bikin û li parlamentoyê were pesendkirin û di xizmeta xelkê de be.”