Mesrûr Barzanî : Em li bendê ne ku Hikûmeta Iraqê sozên xwe yên mûçeyan bicîh bîne
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan da û ragihand ku çaverêne ku Hikûmeta Iraqê mûçeyên ku divê bişiyandina bişînin.
Mesrûr Barzanî got: "Me daxwaza mûçeyên şeş mehên îsal ji Hikûmeta Îraqê kiriye, wan biryar li ser şandina mûçeyên sê mehan daye û ji bo sê mehên din jî gotiye ku meha 12ê dê hisaban tesfiye bikin û em li benda bersiva wan in”
Li ser naveroka wê nameya ku wî ji Serokwezîrê Îraqê re şandibû, Mesrûr Barzanî got, “Ji bilî şandina nameyê, ez bi Serokwezîrê Îraqê re axiftime jî. Me daxwaza pereyê şeş mehên îsal kiribû ku ji bo xelkê Kurdistanê dabîn bikin, lê wan biryar da pereyê sê mehan bişînin. Me daxwaza 800 milyar dînaran kiribû, lê Civata Wezîran biryar li ser 700 milyar dînaran da. Ji bo mehên din em dîsa axiftine û wan gotiye ku dê li meha 12ê hisaban tesfiye bikin ji bo ku bizanin çi maye dabîn bikin. Êdî em jî li benda wan in ku sozên xwe bi cih bînin”.
Barzanî amaje da wê yekê jî ku Hikûmeta Federal sedema vemana parvekirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ye û got, “me daxwaz kiriye ev pirsgirêk bidawî bê û xelkê Herêma Kurdistanê jî wekî hemî xelkê Îraqê bi mafên xwe şa bibe û mafên wan ên darayî êdî venemînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin