Irvin Hicks: Rafîneriya Lanazê mînaka bas ya hevkariya Amerîka û Herêma Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Serokkonsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Irvin Hicks, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku wê rafîneriya petrolê ya Lanazê geşepêdanê bide Herêma Kurdistanê û mînakekî baş ya hevkariya Amerîka û Herêma Kurdistanê ye.
Irvin Hicks, merasima vekirina rafîneriya Lanazê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re weka serbilindiyekî ragihand. Hicks got ku di beşa nû rafîneriya Lanazaê de wê karibin rojane 1,7 mîlyon litre benzîna baş hilberînin û wê rafînerî ji bo bi sedan kesan derfeta kar peyda bike.
Rafînerî rojane dikare 75 hezar varêl petrolê rafînerî bike. Rafîneriya Lanazê li rojavayê Hewlêrê li ser rêya Gwêrê ye û li ser 620 donum arazî hatiye avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin