Irvin Hicks: Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê xwedî girîngiyeke taybet e

19 June 2023 10:31 0 dîtin
Irvin Hicks: Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê xwedî girîngiyeke taybet e

PeyamaKurd Balyozê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Irvin Hicks ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê xwedî girîngiyeke taybet e.

Irvin Hicks ligel şanda Odeya Bazirganî ya Amerîkayê di civîna çapemeniyê ya ku li Hewlêra paytext li dar xist de, derbarê pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê de nirxandin kirin.

Irvin Hicks diyar kir, Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê xwedî girîngiyeke taybet e.

Serbalyozê Amerîkayê yê li Hewlêrê bal kişand ser wê yekê ku welatê wî pêwendiyên xwe yên bihêz li gel Herêma Kurdistanê hene û ragihand ku ew dixwazin wan pêwendiyan zêdetir pêş bixin.

Serbalyoz Hick amaje bi hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî kir, ew li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.