Nêçîrvan Barzanî û Irvin Hicks civiyan: ‘Amerîka girîngiyeke mezin dide têkiliyên ligel Kurdistanê’
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 1ê Sibatê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks Jr kir.
Hat ragihandin ku di civînekê de proseya çaksaziyê û rêkxistina Pêşmerge û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê dehatin gotûbêj kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî yên Herêma Kurdistanê û hevdîtin û civînên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatin gotûbêjkirin û Konsulê Amerîkayê pêşwazî û piştgîriya welatê xwe ji bo diyalog û hewlên çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan nîşan da û destnîşan kir ku Amerîka girîngiyeke mezin dide têkiliyên xwe yên digel Herêma Kurdistanê.
Hat diyarkirin ku proseya çaksaziyê û rêkxistina Pêşmerge mijareke din a civînê bû û Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser berdewamî û serkeftina proseyê û spasiya hevkarî û piştevaniya Amerîkayê di vê derbarê de kir.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê jî girîngiya welatê xwe ji bo proseyê û bilezkirina wê diyar kir
Di civînê de herwiha behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, karkirina ji bo serdana şandeke bazirganiyê ya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê, pirsa mafên mirovan, azadiya rojnamevanî û ragihandinê û çendîn mijarên din ên ku di berjewendiya hevbeş de ne, hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin