Mîthat Sancar: Bi ser pirsgirêk nayên çareserkirin
PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar derbarê operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li Başûr û Rovajayê Kurdistanê axivî û diyar kir, bi şer pirsgirêk nayên çareserkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ji K24ê re daye zanîn: Operasyonên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, pirsgirêkan çareser nakin û desthilatdar jî naxwazin Kurd bibin xwedî statû û maf.
Sancar gotiye: “Bi salan e, desthilata AKP û MHPê di hundir de zordarî û li derve jî polîtîkayên şer dimeşîne, vê polîtîkayê ji bo domandina desthilatdariya xwe dikin, lê ji gelan re derewan dibêjin. Em dizanin bi vê operasyonê, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, ev ne çare ye, ev operasyon hemû, li Başûrê Kurdistanê û li Rojava pirsgirêka Kurd hîn girantir dikin û hîn mezintir dikin. Em dibêjin çareserî bi siyasetê ye, çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd hewce ye. Divê em vê rêyê ava bikin, bi şer ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Sedema van êrîşan ew in ku desthilatdar naxwazin Kurd li tu derê dinyayê bibin xwedî heq û edaletê. Dixwazin Kurd sedsaleke din bê statû û bê maf bimînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin