Mithat Sancar: Di serî de pirsa Kurd em talibê çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyê ne

26 September 2021 18:34 0 dîtin
Mithat Sancar: Di serî de pirsa Kurd em talibê çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyê ne

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yÊ HDPê Mithat Sancar, derbarê deklarasyona helwesta siyasî ya HDPê ku sibe 27ê Îlonê tê eşkere kirin de daxuyanî dan.

Mithat Sancar got, “Rêya ku li Tirkiyê ber bi demokrasiyê ve diçe, muzakere, diyalog, beşdarîkirin û rewabûn e. HDPê pêşniyarên bi bandor dike û sibe jî wê peyama me ev be.”

Sancar di Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya partiya xwe de diyar kir ku armanca wan muzakere ye û diyar kir ku li şûna polîtîkayên leşkerî ew dixwazin bi rêya mutabakatê pirsgirêkan çareser bikin û ew talibê çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyê ne.

 Sancar li ser nîqaşên ‘Pirsa Kurd’ jî got, "Em dibêjin ku di serî de ji bo çareserkirina pirsa Kurd a bi rêya demokratîk û aştiyane, em xwedîyê kadro, bawerî û înadê ne.”