Mîthat Sancar: Kilîta çareseriya pirsa Kurd em in!
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di gotara xwe ya koma HDPê ya Parlamentoya Tirkiyê de û got, ji partiyên opozîsyonê û partiyên deshilatdar daxwaz kir, êdî Kurdan tenê di hilbijartinê de neyînîn bîra xwe û diyar kir, wê berdêla vê ferasetê wek faturayeke giran li we vegere.
Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar herwiha di axaftina xwe de da xuyakirin: “Bi salane em dibêjin divê pirsa Kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Ev di hemû bernameyên me de jî heye. Niha dema hilbijartinê hatiye hemû kes behs dikin yên ku berê bi ti awayî navê Kurdan neanîne ziman jî û dest bi gotûbêja pirsa Kurd kirine. Ev zihniyet ji bo pirsa Kurd nabe çareserî.”
Sancar got: “Li vî welatî çareseriya pirsa Kurd kîlîta sîstemeke sîyasî ya ku xwe dispêre aştiyekî mezin, hemwelatîbûneke wekhev e. Em ji wan kesên ku heta niha bi polîtîkayên xwe yên şer ev derî girtine re jî dibêjin, kilîta çareseriyê bi me re ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin