Serok Barzanî: Bastirîn rêya çareseriya pirsa Kurdistanê hevfêmkirin, hevqebûlkirin û diyalog e

04 September 2024 18:01 0 dîtin
Serok Barzanî: Bastirîn rêya çareseriya pirsa Kurdistanê hevfêmkirin, hevqebûlkirin û diyalog e

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda Partiya Doza Azad (HUDA PAR) a bi seroktiya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu kir. Serok Barzanî di hevdîtinê de got, “Baştirîn rê ji bo çareseriya pirsa Kurdistanê şêwaza hevfêmkirin, hevqebûlkirin, diyalog û çareseriya aştiyane ye.”

Hate ragihandin ku di hevdîtina doh 3yê Îlonê li Pîrmamê hatiye kirin de, danûstandin li ser rewşa siyasî ya herêmê û geşedanên dawî hatiye kirin û girîngiya xebata sivîl ji bo xizmetkirina gelên Tirkiyeyê û pêwendiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û HUDA PARê hatiye axaftin.

Di hevdîtinê de, Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, rêzdariya xwe ji bo Serok Barzanî di pêşxistina doza gelê Kurd de nîşan da û dilxweşiya xwe ji bo hebûna hevahengî û pêwendiyên navbera HUDA PARê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) diyar kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa dîroka xebata gelê Kurdistanê hate kirin û Serok Barzanî ji şanda mêvan re ragihand ku, baştirîn rê ji bo çareseriya pirsa Kurdistanê şêwazê hevfêmkirin û hevqebûlkirin û diyalog û çareseriya aştiyane ye.