Serok Barzanî: Rêya çareseriya kêseyan dîyaloga li ser bingeha destûrê ye
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Îlonê Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schollenberg pêşwazî kir.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, pêwendiyên dîrokî yên navbera Awusturya, Iraq û Herêma Kurdistanê û rêyên berfirehkirina wan pêwendiyan hat gotûbêjkirin.
Wezîrê Derve yê Awusturyayê di civînê de, bal kişand ser girîngîpêdana veberhênana welatê xwe bo piştevaniya aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê.
Serok Barzanî li ser pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de, pêwîstiya diyalogê wek rêyeke çareserkirina kêşeyan li ser bingeha hevsengî, hevparî û lihevkirinê li ser bingeha destûra Iraqê anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin