Serok Barzanî: Em li ser bingeha destûrê pistevaniya çareseriya kêseyan dikin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Cîgirê Serokê Şanda nû yê Amerîka li Iraqê Brian McFeeters kir.
Di hevdîtinê de ku Konsûlê Amerîka li Hewlêr Steven Fagin amade bû, destpêkê de Cîgirê Serokê Şanda nû yê Amerîka li Iraqê xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê ragihand û ji bilî bilind nirxandina rola Serok Barzanî ya li proseya siyasiya Iraq û navçeyê da, ragihand ku ew hatine nêrîna Serok Barzanî ya di derbarê rewşa niha ya giştî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên Herêm û Bexdayê bizanin.
Di hevdîtinê de bi dirêjî behsa guftûgoyên di navbera Herêm û Bexdayê kirin û Serok Barzanî careke din tekez kir ku piştevaniya diyalogê ya li ser bingeha destûr çareseriya kêşeyan dikin. Her wiha rewşa siyasî ya navçeyê û gefên DAIŞê xistin ber behs û guftûgoyan.
Serok Barzanî ragihand ku her çend e DAIŞ li rûyê şerê bereyî ve şika ye, lê belê ji nav neçûne û mijulî xwe rêxistinê ne. Herwiha tekez kir ku DAIŞ li ser hemû aliyan gef e, ji bo hinek aliyan gefeke nêzîk û ji bo hineke din gefeke dûr dirêj e, behsa wan sedeman jî kir ku DAIŞê dirust kir û wekî xwe man û nehat çareser kirin.
Her di vê civînê de pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraq û navçeyê û rewşa Kerkûk û navçeyên maddeya 140 hate guftûgokirin.
Rewşa Sûriyê mijareke din a vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî dilgiranî û têbîniyên xwe yên li ser rewş û paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi şanda mêhvan ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin