Bargeha Serok Barzanî rêya çareseriya qeyrana siyasî ya Iraqê eskere kir...

02 August 2022 18:16 0 dîtin
Bargeha Serok Barzanî rêya çareseriya qeyrana siyasî ya Iraqê eskere kir...

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî li ser alozî û qeyrana siyasî demên dawî li Iraqê rû dide, îro 2yê Tebaxa 2022yan daxuyaniyek belav kir û rêya çareseriya qeyranê eşkere kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyê de diyar kir, yekane rê ji bo çareserkirina qeyrana siyasî ya Iraqê û nehiştina kêşe û pirsgirêkan, rêya hevtêgihîştin û hevqebûlkirin e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li ser geşedan û aloziyên van demên dawî yên Iraqê, em tekezî li ser gotinên Cenabê Serok Barzanî yên di roja 30yê Tîrmehê de di merasîma pêşwaziya rûfatên jenosîdkiriyên Barzanî de dikin, ku tenê rêya çareserkirina qeyrana siyasî ya Iraqê û nehiştina kêşe û pirsgirêkan, rêya diyalog, hevtêgihîştin û hevqebûlkirin e.”