Mîthat Sancar: Her dengê ku berhewa diçe, bi kêrî wan tê

16 April 2023 22:00 0 dîtin
Mîthat Sancar: Her dengê ku berhewa diçe, bi kêrî wan tê

PeyamaKurd- Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, li Îzmîrê di civîna gel de axivî û bal kişand ser girîngî û rista her dengê ku tê bikaranîn.

Mîthat Sancar di axaftina xwe de bang li xelkê kir û got, "Divê em Çepên Kesk, bi awayekî herî xurt bişînin meclîsê. Em ji bo dawî li xizanî, talan û derewan bînin, em ji bo rawestandina polîtîkayên şer bînin. Em ji bo çareserî û aştiyê tên. Wendakirina her dengekî, dê bi kêrî hikûmeta AKP-MHPê were. Bila em vê yekê bi zelalî bibînin.

Êdî bes e. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê bi me re were. Em ê aştiyeke mayînde ava bikin. Mirov dê bi hev re ava bikin. Hemû gelên li Îzmîrê dijîn û hêzên demokrasiyê dê li vê derê bin û dê Çepên Kesk bi awayekî herî xurt bişînin Meclîsê. 

Em sozê didin, ev desthilatî dê biçe. Çûyîna vê hikûmetê helbet derfetek e ji bo guhertina vê pergalê, lê divê em bi awayekî herî bihêz derbasî parlamentoyê bibin û vê derfetê bi dest bixin.”

“Her dengên wêndabûyî, dê bi kêrî desthilatiyê were”

Sancar, diyar kir ku hemû teserûfa HDPê êdî derbasî Partiya Çep a Kesk e û got, "Kokên vê partiyê di heman axê de ne, şax û pelên wê ji heman çavkaniyê tên xwarin. Vê partiyê meş girtiye ser milên xwe û gavên xurt dihavêje û ber bi armancê ve diçe. Em ê teqez vê desthilatdariya zalim bişînin û em ê vê pergalê biguherînin.

Ji ber vê yekê em dengên xwe bidin hev. Her dengê ku berhewa biçe, ji desthilatdariya AKP-MHPê re diçe. Werin em dengên xwe bidin hêza guherînê, vîna veguhertinê, Çepa Kesk. Me soza pêkanîna xewn û hêviyên rêheval Denîz Poyraz da. Em ê vê yekê bi piştgiriya we bikin."