VÎDEO | Mîthat Sancar li Parlamentoya Tirkiyê bi Kurdî banga hilbijartina dersên Kurdî kir...

01 February 2022 18:27 0 dîtin
VÎDEO | Mîthat Sancar li Parlamentoya Tirkiyê bi Kurdî banga hilbijartina dersên Kurdî kir...

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar di axaftina xwe ya îro 1ê Sibatê ya koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyê de, bangewaziya hilbijartina dersên Kurdî li dibistanan kir ku dema dersên hilbijarte heta 7ê Sibatê hatibû dirêjkirin.

Sancar di axaftina xwe de diyar kir ku ew mafê dersa hilbijarte ya Kurdî bi saya têkoşîna salan a Kurdan hatiye bidestxistin û divê malbatên Kurd jî bi zarokên xwe dersa kurdî bidin hilbijartin û wî mafî bikar bînin.

Mithat Sancar herwiha li parlamentoyê bi kurdî jî banga hilbijartina dersên kurdî li dibistanan kir.