VÎDEO | Di Parlamentoya Tirkiyê de ser derket
PeyamaKurd – Piştî ku îro Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe ya heftane ya parlamenê de, bi sedema piştgiriya şerê Sûriyê nade, gotinên tuj ji Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re kirin û heqaret lê kirin, parlamentarên AKPê jî li parlamentoyê êrîşê parlamentarên CHPê kirin.
Erdogan îro ji Kiliçdaroglu re gotibû, “Şerefsiz, bêhesiyet, bêrûmet û xayîn e.”
Cîgirê Serokê CHPê Engin Ozkoç rexne li gotinên Erdogan kirin û got, ew ji Erdogan natirsin û ti carî ji wan kesên xiyanet li Tirkiyê kirine natirsin.
Ozkoç jî Erdogan bi bêşeref, bêheysiyet û kujer bi nav kir û li ser van gotinan, parlamentarên AKPê bi ser parlamentarên CHPê de meşiyan û di navbera herdu aliyan de şer û pevçûn derket.
AKP Genel Başkanı Erdoğan'ın, Genel Başkanımız Sn. @kilicdarogluk 'na yönelik hakaret dolu sözlerini işaret kabul eden AKP'liler, CHP'li vekillere saldırdı. Sayıca az olan CHP'liler ise hem provokasyonu boşa çıkardı, hem de saldırıyı püskürttü. AKP'nin tutumu meclise yakışmıyor. pic.twitter.com/RXkMfBEDWE
— Barış Yarkadaş (@barisyarkadas) March 4, 2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin