Li Parlamentoya Tirkiyê alozî: Parlamentera DEMê birîndar bû

16 August 2024 16:23 0 dîtin
Li Parlamentoya Tirkiyê alozî: Parlamentera DEMê birîndar bû

PeyamaKurd – Li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna awarte ya li ser Parlamentarê TÎPê Can Atalay ku parlamentariya wî hatibû betalkirin û Dadgeha Destûrê jî biryara vegerandina parlamentariya wî dabû, pevçûn derket.

Li parlamentoyê dema axaftina Parlamentarê TÎPê Ahmet Şık, parlamentarên koma AK Partî êrîş kirin û koma CHP û DEM Partiyê jî tevlî aloziyan bû.

Parlamentera DEM Partiyê û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Koçyigit ji aliyê parlamentarê AK Partiyê Alpay Ozalan ve ji çavê xwe bi kulmê hate birîndarkirin.

DEM Partiyê bi daxuyaniyekê êrîşa ser Koçyigit şermezar kir û got, “Ti êrîşek dê me ji gel û kirina siyasetê û parastina heqîqetê dûr nexe.”

Hate diyarkirin ku di wê aloziyê de parlamentarekî CHPê jî birîndar bûye.