Parlamentoya Tirkiyê civîneke awarte li dar dixe

12 August 2024 19:36 0 dîtin
Parlamentoya Tirkiyê civîneke awarte li dar dixe

PeyamaKurd - Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê li ser serlêdana partiyên opozîsyonê biryar da ku ji bo gotûbêjkirina rewşa Parlamenterê TÎPê Can Atalay bi awayekî awarte bicive.

Serokatiya Parlamentoyê piştî biryara Dadgeha Destûrê ya derbarê Atalay de, biryara civînê daye ku ger biryar bê xwendin parlamenteriya wî ya ku hatibû betalkirin, dê bê vegerandin.

Hêjayî gotinê ye, 20ê Kanûna 2023yan li Parlamentoya Tirkiyeyê biryara 13emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind a derbarê Parlamenterê TÎPê yê Hatayê Can Atalayê ji doza Parka Geziyê 18 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hatibû xwendin û parlamenteriyê wî hatibû betalkirin.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê jî hefteya borî ragihand, biryara Parlamentoya Tirkiyeyê ya betalkirina parlamenteriya Can Atalay ne yasayî ye û li ser vê biryarê partiyên opozîsyonê daxwaza civîna awarte ji serokatiya parlamentoyê kiribûn.

Hate diyarkirina ku wê Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo gotûbêja li ser rewşa Can Atalay roja 16ê Tebaxê bicive. Ger birara Dadgeha Destûrê bê xwendin jî dê pêvajoya radestkirina parlamenteriya Can Atalay ji nû ve dest pê bike.