Yekîtiya Ewropa bi rojeva Îran-Amerîka û Iraqê civîneke awarte li dar dixe

10 January 2020 15:46 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa bi rojeva Îran-Amerîka û Iraqê civîneke awarte li dar dixe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê bi amadebûna Sekretêrê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Brukselê li ser mijara nakokî û aloziyên navbera Îran û Amerîkayê dicivin û awayê pêwendiyên xwe yên bi Iraqê re jî gotûbêj dikin.

Yekîtiya Ewropayê hewla parastina Rêkeftina Etomî ya ligel Îranê dide. Her çiqas Amerîka daxwaza rêkevtineke nû li Îranê dike, lê welatên Yekîtiya Ewropayê kar dikin ku Rêkeftina Etomî ya bi Îranê re wek xwe bimîne û daxwazê ji hemû aliyan dikin, ku vegerin ser maseya gotûbêjan.

Li gorî nûçeya Rûdawê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Dilawer Ajgeyî derbarê civîna îro ya wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê de da xuyakirin, nayê çaverêkirin ku welatên Ewropî hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişînin .

Dilawer Ajgeyî bal kişand ser ku piştî bûyerên vê dawiyê yên herêmê, welatên Yekîtiya Ewropayê dê pêdaçûnê li ser sîstem û mekanîzmeyên xwe yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê bikin.